Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ukraynî Dibêjin Wan Ser Vekişîna ji Bakhmutê Hîn Ti Biryar Nedaye


Berdevkekî leşkerî yê hêzên Ukrayna îro Çarşemê ji CNN re got ku wan ser vekişîna ji Bakhmut ya li rojhilata welêt hîn ti biryara vekişînê nedaye.

Berdevkê Koma Rojhilat ya Hêzên Çekdar yên Ukrayna Serhi Cherevatyi dîyar kir ku ger metirsîya li ser hêzên wan ji hewcedarîya girtina bajêr mezintir be ewê vekişim.

‘’Ez dikarim bibêjim ku niha biryareke wiha tune’’ Cherevatyi got.

Şîretvanê Serokê Ukrayna Voloydmyr Zelenskyy gotibû ku dibe ku hêzên Ukrayna ji Bakhmut yê di bin êrîşên berdewam de ye vekişe.

Zelenskyy jî di rojên borî de dîyar kiribû ku rewiş li Bakhmutê dijwar e û ser leşkerên Ukraynî yên li wir şer dikin gotibû ku qehreman in.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG