Karbidestên Ukrayna li hev kirin ku berevanîya Bakhmut ya li rojhilata welêt bidomînin.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy, karbidestên hikûmetê û fermandarên payabilind îro Sêşemê ser rewşa Bakhmutê kom bûn.
Ofîsa Zelenskyy piştî civînê bi daxuyanîyekê ragihand agihand ku ewê têkoşîna li Bakhmutê bidome.
Li gor daxuyanîya ofîsê, hemî endamên civînê bi helwesteke hevbeş ser domandina berevanîya Bakhmutê li hev kirin.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya di rojên dawî de dîyar dike ku hêzên Wagner, ku komeke paramîlîter ya Rûsya ye, piranîya rojhilata Bakhmutê kontrol dike.
Rêberê Wagnerê Yevgeny Prigozhin pêr Yekşemê dîyar kiribû ku rewişa li Bakhmutê pir dijwar e û hêzên wan nêzî navenda bajêr dibin şer girantir dibin.
Hêjayî balkişandinê ye ku Rûsya, Bakhmutê wek beşeke serekî ya armanca xwe ya li herêma Donbasê dibîne.
Jêder: AFP, VOA