Genarelekî payabilind yê Ukrayna bê ku hûrgilîyan bide dîyar kir ku hêzên wan li başûrê welêt pêşve çûne.
Li gor ragihandina General Oleksander Tarnavskyi hêzên Ukraynî li herêma Tavrya pêşketin bi dest xistine.
Tarnavskyi dîyar kir ku di 24 saetên dawî de wan 261 çekdarên Rûsî kuştine û 10 Rûsîyên din jî dîl girtine.
Artêşa Ukrayna jî di rapora êvarê de dîyar kir operasyonên êrîşan li rojhilat û li başûr didomin.
Wê artêşê ragihand ku li herêma Zaporizhzhia êrîşên esmanî hatine li dar xistin û hêzên Rûsî yên li herêma Donetskê xwestin pêşve herin hatine rawestandin.
Şerê Rûsya û Ukrayna Sibata 2022yan destpê kir. Bi piştgirîya çekên dewletên Rojava, hêzên Ukraynî ev demek e dijî hêzên Rûsî operasyonan li dar dixin û pêşve diçin.
Jêder: AFP