Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson Dibêje Divê Brîtanya Piştevanîya Kîevê Bidomîne


Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson roja Şemiyê got girîng e ku Brîtanya berdewam nîşan bide ew ji bo demek dirêj dê piştevanîyê bide Ukraynayê û hişyariya xetera "westandina anjî şeqîbûna Ukraynayê" da dema ku şer dirêj dibe.

Johnson gote rojnamevanan dema ku ji serdana Kîevê vegeriyay bo Brîtanyayê "Rûs hêdî hêdî pêş ve diçin û ji bo me girîng e ku tiştê em rast dizanin nîşan bidin ku Ukrayna dikare ser bikeve û dê ser bikeve".

Johnson herwiha got "Gava ku westandin anjî şeqîbûna Ukraynayê çêdibe, pir girîng e ku em nîşan bidin ku em ji bo demek dirêj digel wan in û em berxwedana stratejîk ya ku wan pêwîst didin wan".

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy pêşniyara Komîsyona Ewropî ya dayîna statuya berendamtîyê bo endamtiya Yekîtiya Ewropî bo Ukraynayê pesend kir, di heman demê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn rexne li Rojava kir ji ber sepandina toleyan li ser Moskowayê û biryara Yekîtiya Ewropî piçûk xist.

Lê, wî got ku wî "tiştek li dijî" hewildana Ukraynayê ya tevlêbûna Ewropayê nîn e

Yekîtiya Ewropî roja Înê got ku divê Ukrayna bi awayekî fermî bo statûya berendamtîyê bihêt hesibandin.

Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen, dema ku çakêtê bi rengên neteweyî yên Ukraynayê li xwe kiribû, got: "Em hemî dizanin ku Ukraynî ji bo perspektîfa Ewropî amade ne ku bimirin." "Em dixwazin ku ew ligel me xewna Ewropî bijîn."

Zelenskyy Înê ser twîtterê got, "Ev gava yekem e li ser rêya endamtîya Yekîtîya Ewropayê ku bê guman dê Serkeftina me nêzîktir bike."

XS
SM
MD
LG