Hakimê herêma Kyiv îro Şemiyê got ku hêzên Rûsî bajarokê ku karkerên bingeha navokî ya Chernobyl lê dijîn dorpêç kir û şer li cadeyên bajarê deryayî yê başûrê welêt Mariupol berdewam e.
Piştî bêhtirî çar hefteyan ji şer, Rûsya di kontrolkirina bajarên mezin de têk çûye û roja Înê Mosko bala xwe bêhtir da ser navçeyên hebûna cudaxwazên alîgirên Rûsyayê li Rojhilatê welêt.
Lê şerên giran li hejmarek cih roja Şemiyê hatin ragihandin û ev jî nîşan dide ku ti rawestaneke nêzîk ya şer nîne, ev şerê ku di encamê de ta niha bi hezaran kes hatine kuştin, dora 3.7 milyon kes li derveyî Ukraynayê bûne penaber û nîva zarokên welêt ji malên xwe reviyan, li gor Neteweyên Yekgirtî.
Oleksandr Pavlyuk, hakimê herêma Kyiv got hêzên Rûsî bajarokê Slavutych dorpêç kir. Bajarok nêzîkî sînorên Belarus e û karkerên bingeha navokê ya Chernobyl lê dijîn.
Wî got serbazan nexweşxane dagîr kir û şaredarê bajêr revand. Ajansa reutersê nikaribû bi awayekî serbixwe van agahiyan piştrst bike.
Li aliyê din yê welêt, şaredarê bajarê Mariupol Vadym Boichenko got rewşa nava bajêr aloz e û şer li navenda bajêr berdewam e.
Jêder: Reuters