Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fînlanda û Ukraynayê Peymaneke Ewlekariyê Îmze Dikin


Serokê Ukraynayê Zelenskyy li Kîev pêşwaziya Serokê Fînlandayê Stubb kir
Serokê Ukraynayê Zelenskyy li Kîev pêşwaziya Serokê Fînlandayê Stubb kir

Ofîsa Serokê Fînlanda Alexander Stubb îro Çarşemê ragihand ku di navbera Fînlanda û Ukraynayê de peymaneke hevkarîya ewlehî û piştgirîya demdirêj hatîye çêkirin.

Li gor daxuyanîya ofîsa wî Serokê Fînlanda Alexander Stubb serdana Ukrayna kiriye û bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re hevdîteneke pêk anîye.

Ofîsê got ku her du serokan Stubb û Zelenskyy peymana ser hevkarîya ewlehî û piştgiriya demdirêj li Kîevê îmza kirine.

"Peymana deh-salî belgeya pabendbûna dirêj a Fînlanda jibo piştgirîkirina Ukrayna ye," Ofîsê got.

Hat ragihandin ku di peymanê de gelek mijar hene, ku di nav de piştgirîya siyasî, piştgirîkirina berevanî û ewlekarîya Ukrayna û herwiha piştgirîya jibo reform û jinûve avakirina wî welatî jî hene .

Li gor ragihandina ofîsê, Stubb hevdem ji Zelenskyy re gotiye ku Fînlanda wê alîkarîyeke nû ya berevanîyê bide Ukrayna ku nêzî 188 mîlyon Euro ye.

Bi vê paketa nû, alîkarîya giştî ya Fînlanda bo Ukraynayê ji 2022’an ve wê bigêheje dora 2 mîlyar Euro.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG