Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna ji Almanya Sîstemên Nû yên Berevanîya Esmên Distîne


Serokê Ofîsa Serokomarîya Ukrayna Andriy Yermak îro Pêncşemê ragihand ku wan ji Almanya sîstemên firokşikên yên IRIS-T sitandine.

Yermak ji medyaya civakî spasîya Almanya kir û got ku ewê esmanê wan ji berê çêtir were parastin.

Rûsya di demên pêşî yên şerî de bi dron û muşekan êrîş dibir ser axa Ukrayna.

Piştî wan êrîşan, Ukrayna bi alîkarîyên dewletên Rojavayî sîstema berevanîya esmên xurt kir.

Karbidestên Ukraynî didin zanîn ku li dora Kîev ya paytext li gor demên berê kêmtir êrîş li dar dikevin.

Hêzên Rûsî jiber serneketinên li Kîevê, êdî êrîşan dibin ser bajarên li rojava û başûrê Ukrayna.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG