Ukrayna ser parvekirineke dewlemendê naskirî Elon Musk bertek nîşan da.
Elon Musk bi parvekirinekê heneka xwe bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy kir ku ew jmareke caran e ji dewletên Rojavayî alîkarîya diravî û leşkerî dixwaze.
Musk xizmetên înternetê yên Starlinkê da Ukrayna ku jibo artêşa wî welatî pir girîng e, lê hin kes Musk jiber gotinên wî yên ser şerê Rûsya û Ukrayna rexne dikin.
Wî roja Duşemê li ser X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, wêneyeke Zelenksyy weşand.
"Tevî ku pênc deqe derbaz bûne û te pirtir ji 1 mîlyar dolar alîkarî nexwestiye, Musk di twîta xwe de got.
Cîgirê Serokomarê Ukrayna Mykhaylo Podolyak dîyar kir ku îronî û qerfên dijî Ukrayna, bi awayekî rastexwe piştgirîya propagandaya Rûsya dikin.