Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Oleksii Reznikov îro Înê got ku ew dixwazin ku bibin endama NATO.
Reznikov dîyar kir ku ew dixwazin ku NATO ser endamtîyê îşaretekê bide wan.
‘’Em li bendê ne ku ew ser endamtîya li NATO sînyal yan formuleke zelal bidin me.’’
Wî got ku ew bi her awayî dixwazin ku bibin endama wê hevpeymanîyê.
Dewletên NATO dê di Tîrmehê de li Hilcivîna Vilniusê kom bibin.
Ji alîyê din ve Swêd jî dixwaze ku heta wê hilcivînê bibe endama hevpeymanîyê.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna serlî NATO dabûn ku bibin endam.
Fînlandîya di rojên borî de hat pejirandin û bû endama 31’an ya tifaqê.
Jibo dewletek bibe endama hevpeymanîya NATO divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.
Jêder: AFP, VOA