Alîkarekî payebilind yê serokatiya Ukraynayê roja Înê got ku nêzîkî 450 gor hatin jimartin li cihekî goristanê li nêzîkî bajarê Izyum yê li rojhilatê Ukraynayê ku vê dawiyê ji aliyê hêzên Kîevê ve hatibû vegerandin.
"Çarsed û pênce gor... Ev tenê yek ji gorên komî ye ku li nêzîkî Izyumê hatine dîtin. Li herêmên dagirkirî, teror, tundî, îşkence û kuştinên komî bi mehan berdevam bûn," Mykhaylo Podolyak got.
Di heman vê çarçovê da ofîsa Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî roja Înê got ku ew dixwaze tîmekê bişîne Îzyumê ji bo verastkirina îdiayên Ukraynayê ku goreke komî hatiye dîtin piştî vegerandina bajarî ji Rûsyayê.
Peyvdar Elizabeth Throssell got: "Hevalên me li Ukraynayê van îdiayan dişopînin, û armanca wan ew e ku serdanek çavdêriyê li Izyum pêk biînin da ku şert û mercên mirina van kesan diyar bikin."