Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin serdana bajarê Mariupolê kir, nûçeyên dewleta Rûsyayê îro Yekşemê ragihandin, ku piştî salekê ji Îdîaya Moskow ku bajarê bendera avî ya stratejîk girtiye serokê wî welatî Valdimnir Putin serdana bajêr kir.
Ev yekem serdana rêberê Rûsî ye bo herêma Donbasê ji destpêka şerê Ukraynayê di Sibata sala borî de.
Putin hîn bi eşkere li ser biryara dadgeha Navdewletî ya tawanan ti daxuyanî nedane, lê hin çavdêr bawer dikin ku gera wî ya ji bo axa Ukraynayê ya dagirkirî binpêkirina biryarê ye.
Di Gulana sala borî de, piştî yek ji dijwartirîn û dirêjtirîn şerên dagîrkeriya Rûsî, Mariupol ji aliyê hêzên Rûsî ve hat kontrolkirin piştî ku Rûsya nekarî Kîevê bigire û li şûna wê giranî da ser başûrê rojhilatê Ukraynayê.
Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewrûpayê ragihand ku bombebarana Rûsyayê ya nexweşxaneyeke zarokbûnê li Mariupolê tawanên cengê ye.
Ajansa nûçeyan ya TASS'ê li ser zarê Kremlînê ragihand, ku pêşî Putin bi helîkopterê berê xwe da Mariupolê, piştre bi otomobîlekê li bajêr geryaye.
Ragihandina seredana Putin bo Mariupolê di wî demî de tê piştî srrdana wî ya ji nişka ve li Kirimê roja Şemiyê ji bo pîrozkirina nehemîn salvegera nîvgirava kirîmê weke beşek ji axa Rûsyayê.
Li Mariupolê, sardana herêmên cûda kir, bi rûniştvanan re peyivî, û raporek li ser xebata nûavakirina bajêr jê re hat pêşkêş kirin, li gorî medyaya dewletê.
Rûsyayê di destpêka êrîşa xwe ya sala borî de li dijî Mariupolê dest bi helmet û êrîşên erdê şewitî kir, kargehên pola Azovstal, ku asêgeha dawî ya hêzên Ukraynayê bû, li bajêr, wêran kirin.
Jêder: Reuters/AFP