Ukrayna îro Çarşemê car pêşî berpirsîya êrîşeke ser Pira Kerç ya li Qirimê, ku Rûsya dagir kiriye, girt ser xwe.
Serokê Navenda Ewlekarî ya Ukrayna (SBU) Vasyl Malyuk ser êrîşa meha Cotmeha borî got ku tilîya hêzên wan di êrîşê de heye.
‘’Pir operasyonan cuda û taybet çêbên. Piştî serketinê emê karibin ser hinekan eşkere û bi dengekî bilind biaxifin, lê emê ser hinekan jî qet nepeyîvin.’’
Wî got ku sala borî, 8’ê Comtehê pireke Qirimê hilweşandin ku ew operasyona hêzên wan bûye.
Di navbera Rûsya û Qirimê de tekana rêka rastexwe Pira Kerch e.
Wê pirê di peqîna Cotmehê de zarareke mezin dît.
Karbidestên Rûsî gotibûn ku li ser pirê kamyonek hatiye peqandin û 3 kes hatine kuştin.
Jêder: AFP