Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêhtirî 5 Milyon Kes Ta Niha Ji Ukraynayê Reviyane


Komisyona Bilind ya karûbarên penaberan li Neteweyên Yekgirtî got ta niha bêhtirî 5 milyon kes ji Ukraynayê reviyane, di nav wan de 4,8 milyon Ukraynî, piştî 51 rojan ji destpêkirina êrîşên Rûsyayê.

Li kor rêxistina navnetewî ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî, dora 215 hezar kesên ne Ukraynî ji wî welatî reviyane û di vegera bo welatên xwe de rastî astengiyan dibin.

Ewrupa ji dema şerê cîhanî yê duyem ve rastî pêleke penaberiyê ya wiha mezin nebûye.

Ji nav kesên reviyayî, rêjeya jin û zarokan 90% ye, di demekê de ku Ukrayna rê nade mêrên di temenê şerkirinê de ku ji welêt derkevin.

Neteweyên Yekgirtî texmîn dikin ku 7,1 milyon kes di nava Ukraynayê de derbider bûne.

Dora 12 milyon kes ku bêhtirî çarîkeka xelkê wî welatî ne, neçar bûne malên xwe bi cî bihêlin, yan sînor derbas kirine û yan jî xwe li cihekî aram yên welêt girtine.

Berî vî şerî, hejmara xelkê Ukraynayê li herêmên di bin desthilatdariya Kyivê de 37 milyon bû, bêyî nîvgirava Qirim ku Rûsyayê ew sala 2014an tevlî xwe kir û her wiha bêyî herêmên rojhilat ku di bin destê cudaxwazên girêdayî Rûsyayê de ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG