Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê li Enîya Rojhilat Pêşve Diçin


Ukrayna îro Duşemê ragihand ku yekîneyên wê li enîya rojhilat pêşve çûne û li başûr jî li hember hêzên Rûsî bi ser dikevin.

Cîgira Wezîrê Derve yê Ukrayna Hanna Maliar hêzên wan li dora Bakhmutê, ku meha Gulanê ketibû destê hêzên Rûsî, bi qasî 2 kîlometrekare paşve sitandiye.

Maliar dîyar kir ku Andriivka û Klishciivka, ku başûrê Bakhmutê du bajarok in, ketine destê hêzên Ukraynî.

Her bajarok li cîhên bilind in ku bidestxistina wan dikare sitandina Bakhmutû hêsantir bike.

Li gor ragihandina Maliar, ji destpêka êrîşên wan yên li hember hêzên Rûsî vir ve wan 51 kîlometrekare rizgar kirine.

Maliar got ku Ukrayna li başûrê Donestkê jî êrîşên hêzên Rûsî yên li Avdiivka û Maryinke rawestandine.

Ukrayna nêzî 3 meh in ku dest bi êrîşên dijî hêzên Rûsî kiriye ku ji wê çaxê vir ve ku karbidestên Ukrayna dîyar dikin ku pêşveçûna wan bi îsitqrar didome.

Rêxnegirên Rojavayî dîyar dikin ku pêşveçûna hêzên Ukraynî giran e û ew şaşîyên stratejîk dikin, lê Serokomorê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û karbidestên din wan rexneyên red dikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye ew pêşveçûna Ukrayna bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG