Şerê Rusyayê dijî Ukraynayê li rojhilaltê welatî gur dibe û walîyê herêmê ewro roja Yekşemê got hêzên Rûsî li Severodonetsk erdê ku wan girtî bezir dike.
Severodonetsk bajarekî girîng e li rojhilatê Ukraynayê ku bûye meydana şerên dijwar dema ku Moskowa hewl dide herêma Donbasê kontrol bike.
Waliyê herêma Luhanskê Sergiy Gaiday li ser Telegramê got: "Rûsan ji sedî 70ê bajar kontrol dikir, lê di van du rojên borî da ew hatin paşdaxistin." "Bajar bûye du parçe. Rus ditirsin ku bi serbestî li bajarî bigerin."
Herwiha Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî got, şerê ji bo bajarê Severodonetskê rojhilatê Ukraynayê kolan bi kolan dihêt meşandin, dema ku teqînan ewro roja Yekşemê serê sibê paytext Kîev hejandî.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko demeke kurt piştî ku li Kîevê û gelek bajarên din hişyariya êrîşa esmanî hat bihîstin, li ser Telegramê got: "Gelek teqîn li navçeyên bajarî Darnytsky û Dniprovskî pêk hatin û agir dihêt vemirandin."
Şaredarî herwiha got "Niha ji ber êrîşên mûşekan yên li ser binesaziyê çi mirî nîn e. Birîndarek hatîye rakirin bo nexweşxaneyê."
Karbidestên Ukraynî gotin ku binesaziya rêyên trenê hatîye armanc kirin di êrîşên yekem da li ser Kîevê ji 28ê Nîsanê êreve.
Putin Gefan li Rojavayê Dike
Li alîyê din ve Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ewro roja Yekşemê hişyarî da ku Moskowa dê li hedefên nû bixe heke ku welatên Rojavayî mûşekên dûrhavêj bidin Ukraynayê û got ku şandina çekên nû bo Kîevê "dirêjkirina pevçûnê" ye.
Heke bo Kîevê mûşekên dûravêj bihên dabîn kirin, "em dê encamên guncaw derxînin û çekên xwe bikar bînin... ji bo lêdana armancên ku me berê lê nexistiye," Ajansên nûçeyan yên Rûsî ji zarê Putinî gotin, lê diyar nekirin ka mebesta wî kîjan armanc in.
Di pêşveçûnek din da Televizyona Al Jazeera radigihîne ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin dibêje ku ew dê mêvandariya komeke bike ji bo damezirandina hemahengîya harîkariyan bo Ukraynayê ku li hember Rûsyayê berevanîya xwe bike.
Koma bi navê Koma Têkiliya Berevanîya Ukraynayê dê 15ê Hezîranê li Brukselê bicive.