Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Ukrayna Li Baxmutê Destkeftiyên Nû Li Dijî Hêzên Rûsî Radigihîne


Serbazên Ukraynî li ser erebeyeke leşkerî ya M113 li nêzîkî eniya şer ya Baxmutê
Serbazên Ukraynî li ser erebeyeke leşkerî ya M113 li nêzîkî eniya şer ya Baxmutê

Berdevkê leşkerî yê hêzên Ukrayna roja Şemiyê got ku ew di roja borî de heta 1,400 metreyan li hejmarek eniyên şer, li nêzîkî bajarê Baxmut li rojhilatê rojhilatê welêt, pêşve çûne.

Pêşveçûn ya herî dawîyê ye ji rêzek destkeftiyên bi vî rengî ku vê hefteyê ji hêla Kyiv ve li nêzî Baxmut hatî ragihandin, ku Rûsyayê got wê meha borî bi tevahî girtibû piştî şerê herî xwîndar û dirêj ji dema ku wê dest bi dagirkirina xwe ya berfireh di Şibata 2022 de kir.

Berdevkê Fermandariya Leşkerî ya Rojhilat li ser pirsa derbarê mijarê de wiha got: "Em hewl didin... lêdanan li dijmin bikin, em li dijî êrîşan in. Me karî heta hezar û 400 metreyan li gelek beşên eniyê pêş bikevin."

Rayedar Serhiy Cherevaty di şîroveyên televizyonî de got ku hêzên Rûsî hewil didin li hember êrîşan bisekinin lê ew bi ser neketin.

Wî got, hêzên Ukraynayê ziyanên giran gihandin leşkerên Rûsî û alavên serbazî li deverê wêran kirin.

Ajansa Reuters ku ev nûçe raginad, nekariye bi awayekî serbixwe wê îdîayê an jî rewşa li qada şer piştrast bike.

Mosko û Kyiv herduyan jî roja Înê şerekî giran li Ukraynayê ragihand, û bloggeran yekem dîmenên cebilxaneyên Almanî û Amerîkî şirove kir, ku nîşan didin êrîşa dijber ya Ukrayna ya ku demeke dirêj dihat çaverêkirin, di rê de ye.

Rûsya, ku li rojhilat û başûrê Ukraynayê eniyên berfireh ava kirine, vê hefteyê got ku Kyivê hewleke mezin da lê nekarî eniyên Rûsyayê bişkîne.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê got ku hêzên Ukraynayê li hin deveran derbasî xeta yekem a berevaniya Rûsyayê bûne lê li hin deveran pêşveçûna Kyivê hêdîtir bûye.

Karbidestên Ukrayna, ku bi hefteyan amade ne dest bi êrîşek berfereh bikin, red dikin ku helmeta wan ya çaverêkirî dest pê kiriye û dibêjin gava ew bike dê aşkere be.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG