Walîyê herêma Donetskê Vadym Filashkin îro Înê ragihand ku hêzên Rûsî bi topan êrîş birine ser supermarketeke Kostiantynivka.
Filashkin ji Telegramê dîyar kir ku di êrîşê de bi kêmî ve 2 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Dîmenên ji herêmê nîşan didin ku ji avahîyeke hilweşîyayî dumana reş radibe.
‘’Êrîşa li supermarketa li Kostiantynivka kiryareke din ya terora Rûsî ye. Tekane tiştê ew dizanin şerê dijî sîvîlan e.’’ Rêberê Artêşa Ukrayna Andriy Yermak li X’ê nivîsî.
Filashkin dîyar kir ku tîmên alîkarîyê xebatên rizgarkirinên didomînin.
Beşeke mezin ya herêma Donetskê di destê hêzên Moskowê de ye.
Hêzên Rûsî bi bombe, muşek û dronan êrîşan dibin ser herêmên Ukrayna.
Donetsk yek ji wan herêman e ku hêzên Rûsî û Ukraynî bi awayekî germ lê şer dikin.
Jêder: Reuters