Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Ukrayna Dibêje Wê Li 11 Herêmên Cuda 30 Dronên Rûsî Xistin Xwarê


Artêşa Ukrayna îro Şemîyê ragihand ku berevanîya esmanî û hêzên gerok yên wê li 11 herêmên cuda 30 dronên Rûsî xistin xwarê.

Hêza esmanî ya Ukrayna bi daxuyanîyekê ragihand ku artêşa Rûsya dronên Şahid yên Îranê ji sê alîyên cuda avêtine û 11 herêmên cuda li navend, bakur û başûrê welêt kirine armanc.

Hêza esmanî eşkere kir ku firokeyên şer, yekîneyên mûşekên yên dijî firokeyan û tîmên agirkuj yên gerok, êrîşa dronî ya Rûsî pûç kirine.

Li gor şahidên Reutersê, li seranserî paytexta Ukrayna Kîevê, zêncîreka teqînan deng veda dema ku yekîneyên berevanîya esmanî dronên Rûsî têk dibirin.

Serhiy Popko, serokê rêvebirîya leşkerî ya bajêr got ku "ji destpêka mehê ve ev cara şeşa bû ku Rûsyayê dîsa bi mûşekên Şahid, bi dronan û ji alîyên cuda ve êrîşê ser Kîevê kiriye."

Popko da zanîn ku li Kîevê jiber êrîşê ti ziyanên canî û zirarên mezin çênebûne.

Şahidên Reutersê jî piştî nîvê şevê teqînên bihêz ragihandin û bi şev bi qasî 5 saetan hişyarîyên êrîşên esmanî li gelek herêmên Ukrayna berdewam kir.

Êrîşên dronî yên Rûsyayê li ser bajar û herêmên Ukraynay her ku diçe zêdetir dibin.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku Rûsya hêz û binesazîya enerjîyê ya welat di dema mehên zehmet yên zivistanê de dike armanc. Moskow red kir ku ew binesazîya sivîl a Ukraynayê dike armanc.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG