Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Planên Rûsyayê Yên Hilbijartinên Li Herêmên Dagirkirî Şermezar Dike


Konsera dagirkirina çar herêmên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve li Moskoyê (Arşîf)
Konsera dagirkirina çar herêmên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve li Moskoyê (Arşîf)

Ukraynayê roja Şemiyê planên Rûsyayê yên lidarxistina hilbijartinên serokatiyê bihara bê li navçeyên dagirkirî bi tundî şermezar kirin, û soz da ku çavdêrên ji bo çavdêriya wan hatine şandin, dadgeh bike.

Meclisa jorîn a Rûsyayê hilbijartina serokatiyê ya welêt vê hefteyê ji bo Adara bê destnîşan kir, û seroka meclisê Valentina Matviyenko got ku niştecîhên çar herêmên Ukraynayê yên dagirkirî dê bo cara yekem karibin dengê xwe bidin.

Rûsya idîaa dike ku herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhzhya û Kherson ên li rojhilat û başûrê Ukraynayê di referanduma sala borî de xistine destê xwe, lê yek jî ji wan bi tevahî kontrol nake. Ew referendum ji aliyê Kyiv û Rojava ve wekî xapînok hate binavkirin.

Her wiha di sala 2014an de nîvgirava Qirimê ya Behra Reş jî ji Ûkraynayê girtibû.

Wezareta derve ya Ukraynayê di daxuyaniyekê de got: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi biryar niyeta Rûsyayê ya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê li herêmên Ukraynayê yên dagîrkirî şermezar bike, û cezayan li ser kesên ku di rêxistin û reftarên wan de cih digirin, bisepîne."

Her weha hişyarî da welatan li hember şandina çavdêran ji bo "hilbijartinên sexte", û got ku sûcdar dê "rastî berpirsiyariyan bên ".

Wezaretê got: "Her hilbijartinek li Rûsyayê ti pêwendiya wê bi demokrasiyê re nîne. Ew tenê wekî amûrek ji bo domandina rejîma Rûsyayê li ser desthilatdariyê ne."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Înê got ku ew ê dîsa bibe namzed ji bo serokatiyê, tevgereke tê çaverêkirin ku wî herî kêm heta sala 2030 li ser desthilatdariyê bihêle.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG