Hêza hewayî ya Ukrayna ragihand ku wê îro Duşemê 13 dronên teqemenî barkirî xistine xwarê.
Wê hêzê dîyar kir ku ew dron ji başûrê Rûsya hatine firandin.
Karbidestên Ukraynî dibêjin ku dron cureya Şahed yên Îranê ne.
Berî firok werin xistin li Kîev ya paytexta Ukrayna bi saetan alarm hatin lêxistin.
Serokê rêvebirîya leşkerî ya Kîevê Sergiy Popko dîyar kir ku hin dronên keşfê ber bi bajêr hatine, lê hêzên wan ew anîne xwarê.
Popko dîyar kir ku dron nebûn sedema brîndarbûnan û li binesazîyan nedan.
Hêzên Ukraynî di demên dawî de bi dronan êrîşan dibin ser bajaran û zararê didin binesazîyên krîtîk.
Jêder: AFP