Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hêzên Wê Rizgarkirina Gundên li Rojhilata Welêt Didomînin


Artêşa Ukraya îro Duşemê ragihand ku hêzên wê çar gundên li rojhilata başûrê welêt ji hêzên Rûsî sitandine.

Reutersê got ku di vîdyoyekê de xuya dibû ku leşkerên Ukraynî li Storozhve ya li herêma Donestksê ala Ukraynî li bilind dikin û fermandar jiber serketinê spasîya wan leşkeran dike.

Li gor daxuyanîya artêşa Ukrayna, hêzên wê do Yekşemê jî Blahodatne, Neskuchne û Makarivka rizgar kirine.

Berdevkê Fermendarîya Enîya Rojhilat Serhiy Cherevatyi dîyar kir ku li dora Bakhmutê jî êrîşên wan dewam dikin û got ku hêzên Rûsî 700 metre paşde vekişîne.

Serokomarê Ukaryna Volodymyr Zelensky piştrast kir ku wan li hember hêzên Rûsî dest bi qonaxeke nû ya ya êrîşê kiriye.

Zelenskyy dîyar kir ku ew êrîşan dibin ser hêzên Rûsî û ew berevanîya xwe dikin, lê got ku ew nikare ser qonaxa nû zêdetir agahîyan bide.

Moskowê ser daxuyanîya artêşa Ukrayna hîn ti bersîv nedaye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG