Sporvana Ukraynî Olha Kharlan jiber ku di Şampîyonîya Şûrbazîya Cîhanê de dest neda werzîşvana Rûsî ya li hember wê ji lîstikan hat derxistin.
Kharlan di lîstika îro de dest neda hevrika xwe Anna Smirnova ku di lîstikê de têk çû.
Werzîşvana Ukraynî Kharlan berê 4 caran bûye şampîyona cîhanê.
Wê du hefteyên berê ji AFP’ê re gotibû ku eger werzişvanek Rûsî were hemberî wê ewê dest nede wê.
Şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022’yan de destpê kir bû.
Ji destpêka şer û vir ve cara pêşî di lîstineke fermî de werzîşvanên Ukraynî û Rûsî hatin hemberî hevdu.
Jêder: AFP