Cîgirê Serokwezîrê Ukrayna Oleksandr Kubrakov dîyar kir ku hêzên Rûsî bi êrîşên dronî zarareke mezin dane dexlûdanên li bendergeha Danube.
Kubrakov dîyar kir ku bi êrîşên Rûsyan yên îro Çarşemê 40 hezar ton dexlûdan zirar dîtiye.
Wî ji platforma medyaya civakî ya X’ê, ku berê navê wê Twitter bû, got ku ew dexlûdan dikira jibo welatên Afrîqa, Çîn û Îsraîlê bihata şandin.
Rûsya meha borî ji peymana dexlûdan ya Deryaya Reş vekişî û ji wê çaxê vir ve êrîşên xwe yên dijî binesazîyên çandinî û bendergehan zêde kirine.
Romanya ya nêzî bendergeha Danube, Rûsya îro Çarşemê jiber êrîşan dijî bendergehan rexne kiribû.
Wî welatî dîyar kir ku ya Rûsya dike tawana cengê ye ku ew rê li ber veguhestina dexlûdan digire.
Li aliyek din, hat ragihandin ku êrîşên Rûsî hejmareke avahî û sayloyên genim li bendera Îzmail wêran kirine û keştîyên bi rê de rawestandine, yên ku diçûn Îzmaîl da ku genimê Ukraynayî bar bikin.
Du çavkanîyan ji Reutersê re gotin ku operasyonên li benderê hatine rawestandin. Serokê xizmetên bendera Îzmaîl, Yuriy Lytvyn li ser Facebookê got ku xebatên serrastkirina avahî û binesazîya benderê didomin.
Oleh Kiper Walîyê herêma Odesa jî ragihand ku di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatiye bidestxistin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî li ser Telegramê got ku "Terorîstên Rûsî careke din êrîşî benderan, genim û ewlehîya xwarinê ya cîhanî kirin."
Li bazara dexlûdan ya Chicago piştî êrîşa Rûsî ya îro bihayê genim bi qasî ji sedî 5 zêde bû û xisma genim heta 6.60 dolarî bilind bû.
Rûsya zêdetirî du hefte êrîşî binesazîya çandinî û benderî ya Ukraynayê dike, jiber ku red kir ku peymana genim dirêj bike ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê di Tîrmeha 2022’an de hatibû îmzakirin ku destûr dida Ukraynayê ku tevî şerê berdewam dexlûdan ji benderên xwe yên deryayî derxîne.
Bender, li ser çemê Romanya-endamê NATO-yê, ku ev bo derxistina genim ji Ukrayna rêya alternatîf ya sereke ye, jiber ku Rûsyayê rêkên ji benderên Derya Reş ya Ukraynayê ji nîvê Tîrmehê vir ve dorpêç kirine.
Jêder: AFP/Reuters