Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Rûsya Êrîş Bir Ser Dibistanekê


Wezîrê Navxweyî yê Ukrayna Ihor Klymenko dîyar kir ku Rûsya êrîş biriye ser dibistaneke li rojhilata bakurê welêt.

Klymenko got ku bi êrîşê, ku li bajarê Romny li dar ketiye, bi kêmî ve 2 xebatkarên perwerdehîyê hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Wî dîyar kir ku li Romny ya herêma Sumy hîn du xebatkarên dibistanê di bin kavilan de ne.

Wêneyên ji ser Telegram hatine belav kirin nîşan didin ku hin term têne rakirin.

Rêvebirîya leşkerî ya herêmê ragihand ku drona Rûsya bi saeta herêmî di 10:05 de li dibistanê ketiye.

Çavdêrê mafên mirovan yê Ukrayna Dmytro Lubinets jî got ku sala nû ya perwerdehîyê hindik maye ku destpê bike û bal kişand ku êrîşa hilweşîner li vê demê rast hatiye.

Rûsya îdia dike ku ew êrîşan nabe ser sîvîlan û binesazîyên sîvîl.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG