Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Rûsyayê Hin Herêmên Ukrayna di Tariyê de Dihêle


Jiber êerîên Rûsyayê xelk bê elektirîk diçin bazar
Jiber êerîên Rûsyayê xelk bê elektirîk diçin bazar

Hêza Esmanî ya Ukraynayê dide znaîn ku binesaziya hestiyar li seranserê Ukraynayê bi zêdetirî 12 mûşekên Rûsî roja Şemiyê hate bombebaran kirin, tevî ku li hin deveran êrîşên esmanî yên Rûsî li dij saziyên enerjiyê hatine kirin û ew herêm rastî qutkirina xeta elektrîkê hatine.

Di heman demê de, aliyên ku Rûsya piştgirîya wan dike li bajarê Kherson ji sivîlan xwest ku tevahiya bajêr bicih bihêlin û derkevin, bi sedema ku rewşa leşkerî ya dijwar bi pêşdeçûna hêzên Ukraynayê re heye.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky got: "Dijmin êrîşek pir mezin kir: 36 mûşek avêtin, piraniya wan hatin xistin."

Di vê navberê de, Hêza Esmanî ya Ukraynayê ragihand, ku Rûsyayê sere sibeya Şemiyê 33 mûşek avêtin Ukraynayê ku 18 ji wan hatin xistin.

Ji 10ê cotmehê ve Rûsyayê zincîre êrîşên mûşekî û firokeyên bê firokevan li ser binesaziya elektrîkê ya Ukraynayê pêk anîne û di encamê de ji sedî 40ê sîstema elektirîkê ya wî welatî ziyan dîtiye.

Zêdetirî 1 mîlyon kes li seranserê Ukraynayê ji dema piştî nîvroya Şemiyê ve bê elektrîk in, 672,000 ji wan li rojavayê herêma Khmelnytskyi in, şêwirmendê serokatiyê Kirillo Tymoshenko got.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Mikhail Podolyak got, Rûsya dixwaze bi êrîşên xwe pêleke nû ya penaberan ber bi Ewropayê ve biafirîne, Wezîrê Derve Dmitry Kuleba jî got ku êrîşên esmanî yên Rûsyayê li dijî Ukrayniyan jenosîd e.

Kuleba got, "Êrîşên bi zanebûn yên li ser binesaziya hesas ya sivîlan beşek ji qirkirina Rûsyayê ya li dijî Ukrayniyan e."

Moskow qebûl kir ku binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê kiriye armanc, lê red dike ku sivîlan bike armanc.

XS
SM
MD
LG