Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya bi Komên Dronan Êrîşan Dibe Ser Kîevê


Karbidestên Kîev ya paytexta Ukrayna îro Înê radigihînin ku Rûsya bi şev du komên dronan firandine ser bajêr.

Li gor ragihandina karbidestan Rûsya vê mehê ew cara 15’an e êrîşan dibe ser Kîevê.

Rêvebirê Leşkerî yê Kîevê Serhiy Popko ji Telegramê dîyar kir ku êrîşa dronî çar saetan dom kiriye û got ku wan bi dehan dron xistine.

Popko dîyar kir ku ti kes di êrîşan de birîndar nebûye û got ku bi enqazên dronan şewatek çêbûye û ew jî paşê hatiye vemirandin.

Nûçegihanên ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dikin ku îro Înê serê sibê jimareke peqînan hatine bihîstin.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku Rûsya bi şev 63 dron firandina welêt û ji wan 36 hatine pûç kirin.

Wê artêşê dîyar kir ku piranîya wan dronan li Odesa û Kîevê hatine xistin.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir.

Moskow dibêje ew êrîşan nabe ser sîvîlan lê ji Sibata 2022’yan vir ve êrîşan dibe ser bajar û bajarokên li pişt enîyên şer.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG