Artêşa Ukrayna îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi 70 dronan êrîş birine ser navend û rojhilata Ukrayna.
Wê artêşê da zanîn ku hêzên wê ji wan dronan 46 pûç kirine.
Karbidestên Ukraynî dîyar dikin ku bermayên dronan li Cherkasy, Dnipropetrovsk, Kherson, Kyiv, Mykolaiv, Poltava û hin herêmên din zarar dane malan.
Êrîşên dronî yên dawî yên Rûsya li dû êrîşên wê yên muşek yên li Zaporizhzhia hatin ku di wan êrîşan de bi kêmî ve 13 kes hatibûn kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûbûn.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku Rûsya bi qestî êrîşan dibe ser sîvîlan.
"Tevî ku dizanin ku ewê sîvîl bi êşên giran re rûbirû bimînin bombeyan berdidin ser bajaran ku ti tiştekî ji vê zalimtir tuneye."
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku li Belgorod, Brynask û Krasnodar yên li nêzî sînorê Rûsya û Ukrayna 15 dron hatine xistin.
Walîyê Krasnodar Veniamin Kandratyev ji Telegramê dîyar kir ku bermayên dronekê zarar daye malekê, lê wekî din ti ziyan çênebûye.
Jêder: Reuters, VOA