Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Zaporizhzhia Dibêjin Ew Rojane 7,000 Ton Dexilûdan Hinarde Dikin


Beşê herêma Zaporizhzhia yê di bin kontrola Rûsyayê de li başûrê rojhilatê Ukraynayê rojane 7,000 ton dexilûdan hinarde dike, rayedarên Rûsî li wir roja Şemiyê got.

Ukrayna, Rûsya ya ku mezintirîn hinaderkera genim e li cîhanê, bi dizîna genim ji deverên ku artêşa Rûsyayê desteser kiribûn tawanbar kir, ji dema ku Mosko di 24ê Şibatê de leşker şandin Ukraynayê. Mosko vê yekê red dike.

Yevgeny Balitsky, serokê rêveberiya Rûsyayê li wir li ser medyaya civakî got ku beşê Zaporizhzhia yê di bin kontrola Rûsyayê de rojane 5,000 ton dexilûdan bi rêyên hesinî û di navbera 1,500 û 2,000 ton bi kemyonan vediguhezîne. Wî negot ku hinardekirin ber bi ku ve diçe.

Wî got dema ku bendera Ukraynayê ya Berdyanskê ya li ser Deryaya Azov di bin kontrola Rûsyayê de di demek nêzîk de dest bi karkirina genim bike dê hinardekirin zêde bibin.

Balitsky dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçe û em ê jî barên hişk ji Tirkiyê re bar bikin. Cotkar dê genimê xwe bifiroşin Tirkiyê, Erebistana Saudî, Rojhilata Navîn û Misir ku bazarên standard in."

Reuters, ku ev nûçe belav kir, nekarî vê daxuyaniyê piştrast bike.

Di Tîrmehê de, Balitsky got ku beşê Zaporizhzhia yê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, gihîştine rêkeftinan ku genim bifiroşe Iraq, Îran û Erebistana Saudî.

Balitsky roja Şemiyê got ku navçeyê 1,5 mîlyon ton genim berhev kiriye lê hîn ji bo demsala bê ya çandiniyê kemawî peyda nekiriye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG