Karbidestên Ukrayna îro Çarşemê ragihandin ku wan hemî zarokên li başûrê Zaporizhzhia ji herêmê derxistine.
Zarokên hatine derxistin li wan gund û bajarokan bûne ku nêzî enîyên şer bûne.
Kîevê meha Hezîranê dest bi operasyonê kir ku herêmê jinûve bistîne, lê hêzên Rûsî berxwedaneke xurt nîşan dan.
Hêzên Ukrayna jibo jimareke gund û bajarokên herêmê fermana derketinê dan.
Li gor ragihandina karbidestên Ukrayna, di fermana dawî de ji 5 waran zarok tevî malbatên wan ji herêmê hatine derxistin.
Medyaya herêmî dide zanîn ku karbidestan 59 zarok ji gund û bajarokên herêmê birine heremeke din.
Jêder: AFP