Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Dawî Yên Li Dor Şerê Rûsya Li Ukraynayê


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy roja Yekşemê got ku Kyiv û piştgirên wê yên rojavayî dikarin têkçûna Rûsyayê di şerê li Ukraynayê de îsal "bêveger" bikin û di seredana Berlînê spasiya Almanyayê kir û ew wek "dosteka rastîn" bi nav kir. Roja Şemiyê, Zelenskyy li Romayê bi rêberên Îtalyayê û Pope Francis re hevdîtin kir.

Şer

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja Yekşemê got ku du fermandarên wê yên leşkerî li rojhilatê Ukraynayê hatin kuştin, di demekê de ku hêzên Kîev hewlên nû bo şikandina berevaniya Rûsyayê li bajarokê Baxmûtê kirin.

Alîkara wezîrê berevaniyê Hanna Malyar roja Şemiyê got, leşkerên Ukraynayê di du aliyan de li Baxmût pêşve diçin, lê rewş li navenda bajêr aloztir e.

Hêzên esmanî yên Ukraynayê roja Yekşemê got ku wan rê li sê mûşek û 25 dronan girtin û ew tune kirin, di şevekê de di êrîşa asmanî ya dawî de li ser wî welatî ji destpêka Gulanê ve.

Rojnameya Kommersant ya Rûsî ragihand ku du firokeyên şer ên Rûsî û du helîkopterên leşkerî roja Şemiyê li nêzîkî sînorê Ukraynayê hatine xistin, ku eger ev yek were piştrastkirin dê ji bo Kîev bibe guhertineke balkêş.

Dîplomasî û Aborî

Financial Times roja Yekşemê ragihand ku koma heft hêzên pîşesazî (G7) û Yekîtiya Ewropî dê hawirdekirina gaza Rûsî li ser rêyên ku Mosko lê dabînkirin qut kirine qedexe bikin.

Serokwezîrê Brîtanî Rishi Sunak dê rêberên din ên cîhanî han bide ku soza piştgirîya zêdetir bidin Ukraynayê dema ku ew beşdarî civînên navneteweyî yên hefteya bê bibe, ofîsa wî roja Şemiyê got.

Almanya roja Şemiyê 2,7 mîlyar euro (3,0 mîlyar dolar) alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re ragihand, ku ev pakêta wê ya herî mezin e ji dema dagirkirina Rûsyayê ve, û soz da ku heta ku hewce bike dê bêtir piştgirî bide Kyivê.

Berpirsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell roja Şemiyê got, divê YE lezê bide dabînkirina cebilxaneyê ji Ukraynayê re ji ber ku hêzên welat her roj tenê li devera Baxmûtê, hewceyê 1,000 topan in.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG