Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Dirêjiya Şerê Rûsyayê  Bi Welatên Cîhana Azad Ve Girêdayî ye 


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di axaftina xwe ya rojane de derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê got: "Îro çi kes nikare pêşbîniyê bike ku ev şer dê çiqas bidome."

Wî got “Lê em her tiştî dikin da ku zû axa xwe azad bikin. Ev pêşitîya me ye ku em her roj bixebitin da ku şerî kurttir bikin,".

Zelenskyy got ku dirêjahiya şer "mixabin ne tenê bi gelê me ve girêdayî ye, ku jixwe ew herî zêde dixebitin bo dawîkirina wî şerî."

Wî got, "Ev bi hevkarên me ve jî girêdayî ye bi welatên Ewropî, bi welatên hemî cîhana azad."

Li alîyê din ve berfirehkirina pêkan ya NATOyê, piştî pevçûna li Ukraynayê, dê bibe mijara gotûbêjan ewro roja Şemiyê, dema ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diçe Berlînê ji bo civîneke nefermî ya wezîrên derve yên NATOyê.

Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinistö û Serokwezîr Sanna Marin razîbûna xwe ji bo tevlêbûna hevalbendiyê diyar kiribûn, ev yek dê bo welatên Skandînavyayê guhertineke mezin ya siyasetê pêkbîne ji bo bersivdana êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku welatê wî piştgirî nade Fînlandiya û Swêdê ku tevlî NATOyê bibin, bi hinceta piştgiriya wan bo rêxistinên Kurdan ku Tirkîyê wan wekî rêxistinên terrorist dibîne.

Erdogan li Stenbolê gote rojnamevanan: "Em geşedanên derbarê Swêd û Fînlandiyayê dişopînin, lê nêrîna me erênî nîn e."

Dihêt zanîn ku berfirehbûna NATOyê yekdengîya endamên heyî pêwîst dike.

Karbidestên Amerîkî jî got ku ew dixebitin ku "helwesta Tirkîyê zelal bikin", di heman demê da dûbare kirin ku "Amerîka dê piştgirîya serîlêdana Fînlandiya û Swêdê ya bo NATOyê bike heke ew rêya serlêdanê hilbijêrin."

XS
SM
MD
LG