Malpera fermî ya Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku serokomarê welêt Volodymyr Zelenskyy serdana Avdiivka ya li rojhilata welêt kiriye.
Li gor ragihandina wê malperê, Zelenskyy çûye serdana enîyên pêşketî yên Avdiivka.
Ew malper dîyar dike ku Zelenskyy bi leşkeran Cejna Paskalya ya Ortodoksan pîroz kiriye.
Wêneyên Zelenskyy nîşan didin ku ew bi leşkeran re, li ber kekên Paskalyayê rûniştî, hatin weşandin.
Cejna Paskalya ya Ortodoksan roja Yekşemê hat pîroz kirin.
Kremlînê jî berî Ukrayna ragihandibû ku Serokê Rûsya Vladimir Putin serdana enîyên şer kiriye.
Jêder: AFP