Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna û Rûsya Pevguhertinek Mezin ya Girtîyên Şer Ragihand


Dîmeneke leşkerên Ukraynayî, ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtîyên şer de ji Rûsyayê radest kirine ( 31 Rêbendan, 2024)
Dîmeneke leşkerên Ukraynayî, ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtîyên şer de ji Rûsyayê radest kirine ( 31 Rêbendan, 2024)

Ukrayna û Rûsya îro Înê ragihand ku di navbera her du welatan pevguhertina girtîyên şer pêk hatiye û 150 kes hatine berdan.

Karbidestên her du alîyan gotin ku pevguhertina girtîyên şer ya îro di nava di nêzîkî çar mehan de cara yekê çêbûye, piştî danûstandinên bi navbeynkarîya Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (Îmarat).

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku 75 girtîyên Ukraynî ji Rûsyayê hatine vegerandin ku 4 sivîl û 71 jî endamên leşkerîyê bûn.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî ragihand ku Ukraynayê di çarçoveya peymanê de 75 welatîyên Rûsî radest kirine.

Komîteya Hevsengî ya Ukrayna ya Karûbarên Girtîyên Şer jî bi daxuyanîyekê pevguhertin piştrast kir.

"Piştî navberdayînek dirêj, pevguhertineke din ya girtîyan pêk hat: 75 leşker û sivîl ji dîltîya dijmin hatin azad kirin."

Komîteyê herwiha got ku di çarçoveya pevguhertinê de, cenazeyên 212 leşkerên Ukraynî ji alîyê Rûsya ve hatine radest kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG