Wezareta berevanîyê yê Rûsya îro Çarşemê ragihand ku radestbûna hêzên Ukraynî yên ku li kargeha Azovstal ya li bajarê Mariupolê, berdewam dike.
Wezareta Rûsî da zanîn ku ji roja Duşemê vir ve bi tevahî 959 leşkerên Ukraynî xwe radestê artêşa Rûsya kirine, ku tenê di 24 saetên dawî de 694 leşkeran.
Lê, ev daxuyanîya wezareta berevanîyê yê Rûsya nehatiye piştrast kirin.
Karbidestên Ukraynî ragihandin ku wan ferman daye çekdaran ku jiyana xwe biparêzin û got ku erka astengkirina hêzên Rûsî ya bi parastina Azovstal temam bûye.
Lê, wan nexwest ku şêwaza derketina çekdarên Ukraynî ji Azovstal wek ‘radestbûnê’ bi nav bikin û herwiha hejmareke dîyar bikin.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan ser nîqaşên yên di navbera Rûsya û Ukrayna yên ser mijarê wiha got:
"Tenê şîroveyeke wê heye: hêzên ku li Azovstalê dorpêç kirî ne, çekên xwe datînin û xwe radest dikin."
Lê, daxuyanîyên Kremlîn Konashenkov û heya niha bi rengekî serbixwe nehatine piştrast kirin.