Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duyemîn Birîtanî Yê li Ukrayna Şer Dikir Hat Kuştin


Li Ukraynayê leşkerekî berê yê Brîtanya ku li Ukrayna şer dikir di teqekirinekê de kuştin, malbata wî roja Yekşemê diyar kir ku ew wî weke 'lehengekî' bi nav dike.

Jordan Gatley duyemîn Brîtanî ye ku tê ragihandin dema ku di nava hêzên Ukraynayê de bû û li dijî dagirkerên Rûs şer kiriye hatiye kuştin.

Babê wî Dean Gatley di posteke xwe ya li ser Facebookê de diyar kir ku kurê wî di meha Adarê de ji Artêşa Brîtanya derketiye û "piştî baldariyê" çûye Ukraynayê.
Gatley diyar kir ku kurê wî li bajarê Severodonetsk ê li rojhilatê Ukraynayê ku di bin êrîşên giran yên Rûsyayê de ye, hatiye kuştin.

Babê wî got, hevrêyên wî yên Ukraynayê pesnê "dewlemendiya wî ya zanînê, jêhatîbûnên wî yên weke leşker û hezkirina wî ya ji karê wî re" didan.
Hevalên wî gotiye "Ew bi rastî jî lehengek bû û ew dê heta hetayê di dilê me de bimîne."

Ji wezareta Karên Derve yekser ti şîrove nehatin kirin.
Piştî rexneyên tund yên artêşa Brîtanya, dema ku Wezîra Karên Derve Liz Truss gav paş da havêt piştî ku gotbû ew destxweşiyê li Brîtanyan dikin ku herin Ukrayna şer bikin.

Di meha Nîsanê de hikûmetê diyar kiribû ku li Ukraynayê welatiyekî Brîtanyayê hatiye kuştin û yê din jî winda ye û li gorî agahiyan her du jî tevlî şerê li dijî hêzên Rûsya bûne.

Kesê hatî kuştin ji aliyê medyaya Brîtanya ve wekî leşkerekî Dêrîn yî "Scott Sible" hate binavkirin.

XS
SM
MD
LG