Wezîrê Navxweyî yê Ukrayna Ihor Klymenko ji Telegramê ragihand ku komeke Rûsî hewil daye ji sînorê bakur derbazî welêt bibe.
Klymenko dîyar kir parêzvanên sînor yên li herêma Chernihivê ew koma keşfê ya Rûsî rawestandine.
Artêşa Ukrayna dîyar kir ku koma keşfê û sabotajê 4 kes bûne û ew jiber guleyên hêzên Ukraynî vegerîne.
Koma Wagner û rêberê wê Yevgeny Prigozhin meha borî derbazî Belarûsê bûn ku ji wê çaxê vir ve Ukrayna hêzên xwe yên li sînorê bakur xurt dike.
Polonya jî piştî Koma Wagner derbazî Belarûsê bû tedbîrên xwe yên li sînor berfireh kir.
Wî welatî hefteya borî dîyar kiribû ku ger Koma Wagner li sînorên Polonya û li yên Lîtvanya û Letonya kiryarên tund bike ewê sînorên xwe yên bi Belarûsê re bigirin.
Belarûs hevbenda nêz ya Rûsya ye û Moskow dibêje her êrîşeke dijî Belarûsê wê wek êrîşeke dijî Rûsya were dîtin.
Jêder: AFP, VOA