Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew jibo Seferberîya 450 - 500 Hezar Kesên Din Gotûbêjê Dikin


Volodymyr Zelensky û Fermandarên Leşkerî
Volodymyr Zelensky û Fermandarên Leşkerî

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku artêş dixwaze ku bi qasî 450,000 - 500,000 leşkerên din seferber bin, lê dîyar kir ku wan hîn biryara dawî nedaye.

Zelenskyy da zanîn ku karbidestên payabilind yên artêş û hikûmetê ser seferberîyê danûstandin kirine û got ku ewê parlaman piştre vê mijarê binirxîne.

Wî dîyar kir ku jibo seferberîyeke wisa divê aborîyeke wan ya hîn xurt hebe.

‘’Wan xwest ku bi qasî 450,000 - 500,000 kesên din seferber bin. Ev hejmareke cidî ye. Jibo em vê seferberîyê bikin divê em hewcedarî hin tiştên din bibin.’’

Serokê Ukrayna dîyar kir ku jibo seferberîyek wisa însan, dadmendî, şiyanên berevanîyê divên û ev mijareke diravî cidî ye.

Wî dîyar kir ku jibo ew piştgirîya vê seferberîyê bikin bi wan pêwîstî bi 500 mîlyar Grivanas (13.5 mîlyar dolar) heye.

Wezîrê Berevanî yê Ukrayna yê berê Oleksii Reznikova havîna borî dîyar kiribû ku jibo ewlekarî û berevanîya welêt bi qasî 1 mîlyon kes dixebitin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG