Dîdevan li bajarê Mariupol ya Ukraya ragihand ku derengîya şeva Şemîyê çend peqîn li dervayê bajêr qewimîn.
Dîdevan dibêjin li cîhê ku peqîn qewimî xeta parastina hikûmeta Ukraynî heye ku şerî cudaxwazên ser bi Rûsya dikin.
Demûdest nehate zanîn ku ew peqîn tiştekî tenê ye yan şikandina agirbestê ye ku roja Înîyê hatibû îmza kirin.
Nûnerên Ukraynî û Rûsî,cudaxwazan û Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropa (OSCE) îro Înê li Minsk a Belarûs protokola agirbestê îmza kiribû.