Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ewê Muşekên Amerîka Dijî Kargehên li Rûsya Nexebitîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Ukrayna wê muşekên Amerîka dane wê dijî kargehên Ukrayna nexebitîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Şêwirmendê Serokomarîya Ukrayna Mykhailo Podolyak ragihand.

Podolyak dîyar kir ku Ukrayna têkoşîna berevanîya dimeşîne û da zanin ku ewê bi MLRSyan êrîşan nebin ser kargehên li Rûsya.

Wî da zanîn ku hevbendên Ukrayna dizanin ku ew MLRS li kîjan cîhan tên xebitandin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê Amerîka û welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG