Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Ukrayna û Bangladeşê re Vaksînên Korona Dişîne


Amerîka bi bernameya COVAX’ê ji Ukrayna û Bangladeşê re vaksînên vîrusa korona dişîne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî Qesira Sipî ragihand ku Amerîka roja Înê ji Ukrayna re 2 mîlyon doz vaksînên vîrusa korona şandine.

Wî karbidestî da zanîn ku Amerîka plan dike ku dawîya hefteyê jî 3,5 mîlyon doz vaksîn bişîne Bangladeşê.

Vaksînên bo Bangladeşê dê roja Duşemê bigihêjin wî welatî.

Serokê Amerîka Joe Biden di rojên borî de dîyar kiribû ku ewê vaksînan ji dewletên din yên cîhanê re bişînin.

Karbidestê Qesira Sipî da zanîn ku berpirs û tîmên ji Bangladeş û Ukrayna bo vaksîn di zûtirîn demê de bikevin destên wan hevkarî kirine.

XS
SM
MD
LG