Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ukraynî li Başûr Berevanîya Rûsya Dişkînin, li Rojhilat Pêşve Diçin


Dîmeneke hêzên Ukrayna li bajarê Kupianskê ku vê dawîyê hatiye rizgarkirin, 19 Îlon, 2022.
Dîmeneke hêzên Ukrayna li bajarê Kupianskê ku vê dawîyê hatiye rizgarkirin, 19 Îlon, 2022.

Artêşa Ukrayna, xeta berevanîya Rûsî li başûrê welat şikand; di heman dema ku êrîşa xwe ya li rojhilat berfireh dike, pirtir heremên ku hêzên Rûsî dagirkirine paşde digire û zorê dide ser xetên peydakirinê ya artêşa Rûsî.

Karbidestên Ukraynî û rêberekî Rûsî yê li heremê ragihandin ku hêzên Ukraynî îro seşemê piştî pêveçûneke tund gelek gundên ser çemê Dnipro yê stratejîk, ji destê hêzên Rûsî rizgar kirine, ku ji destpêka şer û vir ve li başûr, pêşketina herî mezin ya artêşa Ukrayna ye.

Fermandarîya operasyonên başûrî yên artêşa Ukrayna jî rahihand ku hêzên Ukraynî li başûr 31 tankên Rûsî û yek rokêtavêjeke piralî wêran kirine.
Reuters dibêje ew nikare ku ragihandinên ji qada şer bi rengekî serbixwe piştrast bikin.

Çavder jî dîyar dikin ku rewşa li başûr, encama pêşketinên vê dawîyê yên Ukrayna ya li rojhilat nîşan dide; her çend Rûsya hewl da ku bi referanduman çar hereman veqetîna, bi fermana seferberiyê û gefa tolhildana navokî alozîyê di berjewendîya xwe de zêde bike.

Ukrayna li du ji çar herêmên ku Rûsya dagirkirine pêşkeftinên girîng pêk ani, piştî ku Moskowê hefteya borî dengdanên veqatandinê dar xist ku ji hêla Kîev û hikûmetên Rojavayî ve wek neqanûnî û zordarîyê hatin şermezar kirin, lê Kremlîn wek referandum bi nav dike.

XS
SM
MD
LG