Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje di Êrîşên Dawî yên Rûsan de Gelek Kuştî Hene


Li bajarê Rubizhne, li herêma Luhansk, li rojhilata Ukrayna, piştî bombaranên Rûsya dûman ra dibe, 7 Nîsan 2022.
Li bajarê Rubizhne, li herêma Luhansk, li rojhilata Ukrayna, piştî bombaranên Rûsya dûman ra dibe, 7 Nîsan 2022.

Ofîsa Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de, jiber bomberanên Rûsî gelek keş hatine kuştin û birindar kirin.

Ofîsa Zelenskyy da zanîn ku li rojhilata herêma Luhanskê herî kêm 3 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne, ku di nav wan de zarokeke jî heye.

Rêveberiya herêmî ya Zaporizhzhia jî got ku di topbarana Rûsya ya ser bajarokê Orikhiv de herî kêm 2 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Walîyê herema Donetskê dîyar kir ku di topbarana Rûsya li herêma Donetsk 4 sivîl hatine kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.

Walî Pavlo Kyrylenko got ku ne mimkûn e ku hejmara qurbanîyên li bajarê Mariupolê û bajarokê Volnovakha werin destnîşan kirin, yên ku ji hêla cudaxwazên ku alîgirên Kremlînê ne ve hatine bombebaran kirin.

XS
SM
MD
LG