Alîkarê seroktîya Ukrayna Mykhailo Podolyak îro Şemîyê banga "têkbirin û girtna " kargehên Îranê yên çêkirina dron û mûşekan kir.
Mykhailo Podolyak ragihand ku Îran " bi rengekî eşkere sazumana toleyên navneteweyî binpe dike û piçûk dixîne".
Podolyak bi berdewamî got ku di bersîvê de divê kargehên çekan yên Îranê werin têkbirin.
Wî hevdem Tehran tawanbar kir ku plan dike ku bêtir çekan bide Rûsyayê û bang kir ku berpirsên Îranî ku ji Rûsya re dron û mûşekan peyda dikin werin girtin.
Kîev Tehranê tawanbar dike ku 1700 cureya dronên Şahed-136 ji Moskowê re peyda kiriye, ku ew dibêje ji Îlonê vir ve jibo êrîşên ser armancên li Ukrayna hatine bikar anîn.
Lê, Îran van îdiayan bi tevahî red dike û dibêje ku medya welatên Rojavayî li ser îdiayên bêbingeh wan nûçeyên ser dronan belav dike.