Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên wê Sîstemên Roketên Topbarana Bilind (HIMARS) yên ku ji alîyê Amerîka ve hatine şandin bo têkbirina 50 depoyên cebilxaneya Rûsî bikar anîne; ji dema wergirtina çekan ji meha borî vir ve.
Wezîrê Berevanîyê yê Ukrayna Oleksiy Reznikov bal kişand ser bandora xurt ya ku Sîstemên (HIMARS) û dîyar kir ku dema ku Ukrayna hewl dide dagirkerîya Rûsî paşve bixe, ev roketana alîkarîya wan dike.
"Ev yek zincîrên lojîstîkî yên wan (Rûsî) qut dike û şiyana wan ya bo meşandina şerên çalak û dorpêçkirina hêzên me yên çekdar bi topên giran kêm dike," Reznikov got.
Reznikov herwiha da zanîn ku hêzên Ukraynî bi topbaranan dijî gelek piran jî êrîşên "dûr" pêk anîne.
Wî ti hûrgilî neda lê xuya bû ku behsa sê pirên ser çemên li herêma Kherson ku Rûsan dagir kirine dikir.
Karbidestên dagirkerîya xwecihî dibêjin di hefteya borî de ew sê pir bi karanîna sîstemên HIMARS ve hatine êrîş kirin.
Reznikov her wiha got Ukrayna sê meşînên şer yên zirxî yên dijî-firokeyên Gepard wergirtine.
Kîev li bendê ye ku bi tevahî 15 ji van meşînan û bi dehan tankên Leopard ji hêla Rojava ve were şandin.
Rûsya jî dibêje ku wê çend sîstemên HIMARS têk birine, lê Ukrayna vê yekê red dike.
Herî dawî wezareta berevanîyê ya Rûsya îro ragihand ku hêzên wan depoyeke cebilxane ya sîstemên HIMARS li herêma Khmelnytskyi li rojavaya Ukrayna rûxandine.