Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Hezên Wê li Kharkiv Hin Cîh Dest Xistine


Hêzên Ukraynî yên li derdora bajarê Kharkiv, 15 Gulan,2022
Hêzên Ukraynî yên li derdora bajarê Kharkiv, 15 Gulan,2022

Artêşa Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî êrîşên xwe yên ser herêma Donetsk ya li rojhilata welêt tund kirine û ew c'hên sivîl û leşkerî yên li gelek bajarokan armanc dikin.

Serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ukrayna da zanîn ku artêşa Rûsî êrîşên esmanî û topbarankirinali derdora kargeha Azovstal ya li Mariupolê jî didomîne.

Artêşê herwiha eşkere kir ku li herêma Donetsk hêzên Rûsî di êrîşên ser bingeh û yekîneyên leşkerî yên Ukrayna de gelek çekên cuda bi kar anîne û bi topan êrîşî binesazîyên sivîl li bajarokên Dovhenke, Ruski Tyşki, Ternova û Petrivka kirine.

Serfermandarîya Ukrayna herwiha got ku hêzên Ukraynî li derdora bajarê duyê ya herî mezin ya Ukrayna Kharkiv, hin cîh bidest xistine û pêşve diherin.

Wê got ku hêzên Rûsî niha rasti berxwedana xurt ya hêzên Ukraynî tên û Rûs hewl didin ku enîyên xwe biparêzên û pêşî li ber pêşveçûna artêşa Ukrayna ya ber bi sînor bigirin.

Wezareta berevanîyê ya Ukrayna jî îro bi vîdyoyekê got ku hêzên wê giheştine ser sînor.

"Şêwirmendê Zelenskyy Mykhailo Podolyak jî ser rewşa dawî îro li ser Twitterê got ku Kremlin xewna girtina Kîev, Kharkiv û Odesa, piştre jî herî kêm bi destxistina herêmên Donetsk û Luhanskê didît.

Podolyak bi berdewamî anî ziman ku hêzên Rûsî jiber hindahîyan giran xwe dane ser girtina herema Luhanskê.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di peyama xwe ya vîdyoyî de şeva Yekşemê got ku Ukrayna xwe bo êrîşên nû yên Rûsî yên li Donbas û başûrê Ukrayna amade dike.

"Dagirker hîn jî naxwazin qebûl bikin ku ew di qonaxeke pir xirab de ne û gotara wan ya operasyona taybet têk çûye.

Lê, artêşa Ukrayna destketin û hindahîyên xwe dîyar nekir.

Hêjayê gotinê ye ku pir zahmet e ku di derbarê şer û pevçûnên li rojhilata Ukrayna agahîyên zelal û bêalî were girtin jiber ku hêla her du alîyan jî qedexeyên rêwîtiyê yên tund ragihandine û li herêmê xeterîya êrîşên esmanî û topbaranan bi rengekî cidî didome.

XS
SM
MD
LG