Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Bang li Sîvîlên Herêma Khersonê Dike ku Demûdest ji Wir Derkevin


Cîgîra Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk bang li sîvîlên li herêma Khersonê kir ku demûdest ji wê herêmê derkevin.

Piranîya herêma Kherson ya li Derya Reş di hefteyên pêşî yên cengê de ketibû bin kontrola hêzên Rûsya.

Xanim Vereshchuk dîyar kir ku ewê li herêma Khersonê bi topan dest bombebaranê bikin û şerê li wê herêmê wê gurtir be.

Wê bang li sîvîlên herêmê kir ku bi qasî ji dest wan were zû ji wir derkevin.

Karbidesta Ukraynî eşkere nekir ku ewê kengî dest bi operasyona li Khersonê bikin.

Berpirsên Rûs yên li herêma Khersonê dibêjin ew dixwazin bo cudabûna herêmê referandumekê çêkin, lê wan hîn demek dîyar nekiriye.

Kremlîn dibêje ku divê rûniştvanên Khersonê siberoja herêmê dîyar bikin.

Berî şer destpê bike nifûsa herêma Khersonê, ku bajarekî bi heman navî jî têde ye, 300,000 bû, lê nih nayê zanîn ku çend kes li wir dijîn.

XS
SM
MD
LG