Ukrayna îro Çarşemê dîyar kir ku hezên wê êrîş birine ser hin pir, bingehên leşkerî û depoyên cebilxaneyên Rûsî li başûrê welêt ya dagirkerîya Rûsya.
Li gor ragihandinan şer û pevçûnên di navbera her du alîyan de li herêma Khersonê diqewimîn, ku hêzên Moskowê di destpêka şer vir ve destketinên girîng pêk anîbûn.
Karbidestên Ukraynî îro dîyar kir ku hêzên Ukrayna li 3 heremên Khersonê serketî bûne ku di destê hêzên Rûsî de bûn.
Yuriy Sobolevskyi, cîgirê serokê civata herêmî ya Khersonê got ku l hêzên Ukrayna bo serketina li 3 bajarokên herema Kherson pir kêf xweş in; Kherson, Beryslav û Kakhovka bi ser ketine. Lê, Sobolevskyi zêdetir hûrgulî eşkere nekir.
Ukrayna roja Duşemê ragihandibû ku hêzên wê bi armanca azadkirina herêmên bin dagirketîyê, li başûrê Ukrayna dest bi êrîşekê pir tund û berfireh kiriye.
Tevî ku piştrastkirina serbixwe ya çalakîyên li qada şer dijwar bû, Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand ku li seranserî başûrê Ukrayna zedetir topbaranên hêzên Ukraynî têne dîtin.
Bajarê benderê Kherson, ku şênîya wê berî şer 300 hezar kes bû, navendeke girîng ya aborî ya li nêzî Derya Reş e û bajarê herî mezin yê destê Rûsan e.