Xanima Serokomarê Ukrayna Volodomir Zelensky, Olena Zelenska bi vîrusa korona ket.
Rûpela Facebookê ya Serokomarîya Ukrayna ragihand ku Xanima Yekê Olena Zelenska xwe baş hîs dike û li ser wê ti semptom tune ye.
Xanima Yekê piştî testa wê ya vîrusa korona pozîtîf derket, ket karantînayê.
Zelensky dîyar kir ku li ser her du zarokên wan vîrusa korona nehatiye tespît kirin.
Wî di rojên borî de dabû zanîn ku jiber ku qedexeya derketinê binpê kiriye, ceza sitandiye.