Karbidestên Ukrayna îro Sêşemê bo sîvîlên li Mariupolê bang li Rûsya kirin.
Ew karbidest dibêjin li Mariupolê divê korîdoreke însanî were vekirin.
Cîgira Serokwezîrê Ukrayna Iryna Vereshchuk dîyar kir ku daxwaza wan bo sîvîlan e.
Vereschk da zanîn ku hêzên leşkerî yên Rûsya rê li ber hewildanên alîkarîyê yên bo sîvîlên li Khersonê digirin.
Berpirsên Ukraynî dibêjin ku Rûsya êrîşî sîvîlan jî dike, lê Moskow wan îdiayan red dike.