Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya û Ukraya dê danûstandinên ser aştîyê di 1’ê Nîsanê de bi awayekî onlayn bidomînin.
Reutersê ew agahî ji zarê danûstandinerê Ukraynî David Arakhamia ragihand.
Arakhamia dîyar kir ku wan pêşnîyaz kiriye ku rêberên Ukrayna û Rûsya bicivin, lê da zanîn ku Moskowê ew red kiriye.
Wî got ku Moskowê daye zanîn ku divê ew ser bernivîsa lihevkirinê hîn pirtir xebatê bikin.
Karbidestên her du alîyan herî dawî bi navbeynkarîya Tirkîyê li Stenbolê kom bûbûn.